Kapat

MENÜ

  • Arama
  • Hakkımızda
  • Anasayfa
  • Kampanyalar
  • Kategoriler
  • Sepetim
  • Alışveriş Listem
  • Favoriler
  • Üyelik
Navigation
Geri

Lepên Tarî

Mehmet Özalp 

DOZ BASIM-YAYIN

Liste Fiyatı: 12,40 €
Kitapavrupa Fiyatı: 8,06 €
Sepete Ekle
Alışveriş Listeme Ekle
Favorilerime Ekle
  • Genel Bakış
  • Künye
  • Yorumlar
  
    Ev kitêb tarîxa devereke Bakurê Kurdistanê (Tetwan-Bedlîs) ya demekî kurt e. Lê bi bawerîya min ev dever bi bûyerên xwe wek nimûneya hemû deverên wê heyamê ye. Em di vê xebatê de rastî bi dehan mirovên kurd yên dilsoz, fedekar û neteweperwer tên; rastî lehengê wek Şewket Epozdemir tên. Di nav wê babelîska dijwar de niviskar bi xwe re me li çiya, gelî-newal, gund û bajarên deverê digerîne Loma jî, ev kitêb ne tenê tarix e, lê herwisa jî coxrafyaya deverê bi me dide nasîn. Zimanê nivîskar sivik e û gelek gotinên devoka herêmê jî bi kar anîye ku ev yek him di xwe îfadekirinê de rehetîyek dide wî û him jî çêj û tameka xweş û cûda dide xwendevan û kesên ku bi ziman bilî dibin. Ew, bûyeran tenê li gor kronolojîyekê bi rêz nake; tenê bi mêjîyê xwe li bûyeran nanêre, bi dilê xwe jî li wan dinêre. Bi gotineka din, ew girêdana di navbera mêjî û dil a însanî de tu car ji bîr nake. Diçe zaroktîya xwe, vedgere mala xwe, Huseynê xwe, dorhila xwe, bi şairane hîsên xwe dighîjîne şehîdên Kurdistanê. Li vir ev xebat, bi awa û stila xwe, xwe nêzîkî romanekê dike.
 
Dr. Celadet Çeliker
 
Ez ji bona vê pirtûka destê hewe de kek Dr. Mehmet Özalp pîroz dikim. Nivîskar di vê xebatê de bîranînên xwe yên salên serokatîya Şaredarîya Tetwanê, bi zimanekî zelal û kurmancîyek delal anîye zimên. Pirtûk wêneyek objektif ji wan rojên tarî, datîne li ber me. Hîvîdarim nifşên piştî me, wê azad bijîn, ne di nav Lepên Tarî de.
 
Cemal Onursal
ISBN
9786054765409
Baskı Sayısı
1
Dil
KÜRTÇE
Sayfa Sayısı
336
Cilt Tipi
Karton Kapak
Kağıt Cinsi
Kitap Kağıdı
Boyut
13.5 x 21 cm
Yorum Ekle
Close

Yorumunuz

www.kitapavrupa.com'a git.