
Seid Veroj
PEYWEND
Liste Fiyatı: 14,26 €
Kitapavrupa Fiyatı: 9,27 €
SATIŞ VAR (Geçici Olarak Temin Edilemiyor)
Pisti bidawihatina Serê Gisti yê Cihanê, di 17yê Kanûna Ewel a 1334ê
(1918) de, bi serokatîya Seyid Abdulgadirê Nehri û hevalên wi li Sten-bolê ji bo bidestxistina mafê rewa yê neteweya Kurdistanê, bi navê Ko-mela Tealîya Kurdistan (CTK)ê rêxistineke nû hate damezrandin û li ba-jarên gewre yên wekî Dîyarbekir, Dêrsim, Sêrt, Xarpêt, Meletîyê û di ser hev de li 19 câyên din subeyên cemîyetê hatin sazkirin.
Pisti xebata du salan, gesbûna bûyer û gesepêdanên li herêm û chanê, meseleya dahatûya Kurdistanê, di nav damezrêner û rêvebirên CTKê de nêrînên cuda derxistin meydanê. Ji bo dahatûya Kurdistanê, beseke damezrêner û rêvebiran, di nav sinorên dewleta Osmani de pêkanîna muxtarîyetê (otonomi) diparastin û beseke din jî serxwebûnê dixwestin.
Sebeb ne tenê ev be jî, li ser vê gotarê, rêxistina navbori bû du bend.
Pisti girtin û jihevbûna CTKê, çûbe û komîteyên li Kurdistanê ketin nav xebat û lêgerîneke nû. Rêxistina "Komîteya Kurd a Erzerumê" di encama vê lêgerînê de dest bi xebatên binerd kirîye û bi Komîteya Stenbolê re jî têkiliyên xwe yên vesarti domandine. Komîteya Kurd a Stenbolê û Komi-teya Kurd a Erzerumê di Nisana 1922yê de bi tevi hinek rêxistin û komên din yekitîya xwe pêkanîne û bi navê "Cemîyeta Îstiqlala Kurdistanê" yan jÎ "Komîteya Îstiqlala Kurdistanê" rêxistineke nû hatîye damezrandin û Xalid Beg jî wek serokê komîteyê hatîye hilbijartin. Ev rêxistin di hin çav-kanîyan de, bi navê "Komîteya Azadiya Kurdistanê (KAK)" yan jĩ bi navê xwe yê kurt, wek "Azadi" tête binavkirin. Di belgenameyên Mehkemeya Îstiqlal a Serqê de, rêxistina navborî bi navê "Kürdistan istiklal ve istih-las Cemiyeti" [Cemîyeta Îstiqlal û Îstihlasa Kurdistanê] derbas dibe.
Tevgera Neteweyi ya 1925an, bi keda hemû rêber û serkirdeyên xwe yên hêja, bi rêberî û rêxistinkirina Komîteya Îstiqlala Kurdistanê çêbûye. Di về xebata berdest de, behsa portreya hinek ji wan damezrêner, serkirde û kadroyên tevgera neteweyî ya Kurdistanê di sala 1925an tête kirin.
ISBN
9786256207097
Baskı Sayısı
1
Dil
KÜRTÇE
Sayfa Sayısı
220
Cilt Tipi
Karton Kapak
Kağıt Cinsi
Kitap Kağıdı
Boyut
13.5 x 21 cm
Yorum Ekle