
Ziya Avcı
PEYWEND
Liste Fiyatı: 6,20 €
Kitapavrupa Fiyatı: 4,03 €
SATIŞ VAR (Geçici Olarak Temin Edilemiyor)
Gera çend salên min li pey destnivîsên Şerefnameya Bedlîsî di kitêbxaneyên Brîtanyayê û cîhanê de -çi raste rast min û çi jî bi rêya katalogên kitêbxaneyên rojhilatê re, ez gihandim wê neticeyê ku ez wan zanyarîyên li ser 41 destnivîsên şahkarê Şeref Xan ku min bi dest xistine, ez wan berhev bikim û di kitêbekê de biweşînim
Di midetê wê ger û lêgerînê de ez tê gihiştim ku bi kêmasî du zeyl/pêvek ji bo Şerefnameyê hatine nivîsandin ku ji yên ji alîyê Mîrza Mehmûdê Baneyî û Fereculla Zekî el-Kurdî ve hatine nivîsandin cihê ne û xelkekî kêm nebe kesek jê agahdar nebûye. Ez xwedî bext û talihî bûm ku ew herdu zeyl bi destê min ketin û ez wan biweşînim:
Zeyla yekem, kesekî navê wî Şem'î nivîsandîye ku 82 sal piştî nivîsandina Şerefnameyê, kitêbê wergerandîye ser tirkî û Dîroka Şeref Xan, di behsa mîrên Egilê/Gêlê û Paluyê de, heta serdema xwe anîye.
Zeyla duyem, Mihemed Îbrahîmê Erdelanî ji bo Emanulla Xanê Erdelanî nivîsandîya û li ser wê nûsxeya [Şerefnameyê] zêde kirîye ku Xan wê diyarî daye Sir John Malcolm ê yekemin nûnerê siyasî yê Brîtanyayê yê Îranê. Midetê dîroka vê zeylê 320 sal e. Li vir dê wergerên herdu zeylan ên kurdî bikevin li ber çavê xwende- vanan.
ISBN
9786256963863
Baskı Sayısı
1
Dil
KÜRTÇE
Sayfa Sayısı
76
Cilt Tipi
Karton Kapak
Kağıt Cinsi
Kitap Kağıdı
Boyut
13.5 x 21 cm
Yorum Ekle