
Bilal Nergizli
PALL WEŞAN
Liste Fiyatı: 5,58 €
Kitapavrupa Fiyatı: 3,63 €
Gundekî ku qet lê nabe şeveq û gava dibe şeveq qet lê nabe êvar; galgalên li ser çîroka çîrokeke ku qet neqewimiye; Benjamin Franklin, Thomas Edison, Don Quijote û Sancho Panzayê ku rêya wan bi gundekî Kurdistanê dikeve û aqûbeta wan li ber gopalê deradetî yê Pîra Fatim ji nû ve saz dibe; flanorekî ku her di takecîhana xwe de çerx dibe û bi semt û hemd tim dikeve seyra nîşaneyên derdora xwe; bîrhatinên “zarokekî” hezar û bîst û yek salî yê li ber çoka Pîra xwe derheqê miriyan û binaxkirinê de; nivîskarekî li pey lehengê xwe yê ku bi salan ji bankamatîkekê dide dû yeke din û tim li pereyên hûr digere; nehwirandinên ji ber saw û sawêrekê mayî; mêşên ku dawî li desthilata famîlyaya xwe tînin û ew jî bi wan re dicehimin?...
Desteyek çîrokên ku zorê didin aşop û vegêranê ji dengekî nû yê edebiyata me, Bilal Nergizli. Şeva Dizên Solstîsê, bi rengîniya xwe şahiyeke edebî li dar dixe û bi silavên navmetnî mazûvaniyê li mêvanên xwe yên curbicur dike.
ISBN
9786057221711
Baskı Sayısı
1
Dil
KÜRTÇE
Sayfa Sayısı
64
Cilt Tipi
Karton Kapak
Kağıt Cinsi
Kitap Kağıdı
Boyut
13 x 19.5 cm
Yorum Ekle