Kapat

MENÜ

  • Arama
  • Hakkımızda
  • Anasayfa
  • Kampanyalar
  • Kategoriler
  • Sepetim
  • Alışveriş Listem
  • Favoriler
  • Üyelik
Navigation
Geri

Hunermend ü Dengbejın Jın

Narin Ömer Seyedun 

NA YAYINLARI

Liste Fiyatı: 10,13 €
Kitapavrupa Fiyatı: 6,58 €
SATIŞ VAR (Geçici Olarak Temin Edilemiyor)
Alışveriş Listeme Ekle
Favorilerime Ekle
  • Genel Bakış
  • Künye
  • Yorumlar
  
    Dîroka me Kurdan bi kesên afrêner û cûdawaz di hemî zeviyên jiyan û gulistanên wê de dewlemend e. Huner û dengbêjî ji wê dewlemendiyê ne.  Huner çiqilekî herî girîng û balkêş e. Em navê gelek hunermend û dengbêjên dilsoz û jêhatî dibînin, lê mixabin gelek ji wan nemaze yên jin hin windayî û hin jî veşartî mane. Hêvîdar im ku karibim çirûskên ronahiyê li ser wan vêxînim. Hêjayî gotinê ye ku ev kar û xebata me ne bi hesanî bû. Bi salan û geryaneke dirêj min ev agahiyan li ser hin jinên Kurd kom kirin û di vê pirtûkê de diweşînim. Çima ne hêsanî bû? Ji ber ku jêder û çavkanî li ser wan pir kêm in û yên hene jî ne cihê teqezkirin û baweriyê ne. Ji ber vê yekê demek direj û lîkolîneke kûr dihate xwestin. Wek nimûne: Li ser jiyan û dengbêjiya ``Meryem Xanê`` gelek çîrok û çîvanok hene û ew ji hev cûdawaz in. Min hemî li ber hev danîn û agahiyên herî balkêş hilbijartin.
Mixabin qelsbûn û lawaziya jêder û çavkaniyan li ser van find û şemalan ez pir xemgîn û dilşikestî dihiştim û ji min re diyar dibûn ku em Kurd pir belengaz û bêxwedî ne. Lê tevlî van astengiyan bê hêvî nemam û min kar û xebata xwe domand. Ta di jiyana wan a taybet, civakî û hunerî de çend çirûkên ronahiyê vêxistin. Ev xelekan bi zimanê Kurdî û `Erebî di kovar, rojname û malperên `Erebî û Kurdî de ji sala 2006an ve hatine weşandin. Malpera Sema yekem car bi tevahiya weşandine. Di vê pirtûkê de min rêzkirina xelekan û navê dengbêjan li gor temenê wan danîne. Ez dixwazim erê bikim kû ev çapa duyamîn e ji pirtûkê, piştî ku min navên çend dengbêjên dî li pirtûkê zêdekiriye û hin agahî û zanyariyên nû li ser wan deynane û serrast kiriye. Çapa yekem 2019z- 2631k di çapxaniya SerSera ji aliyê Dr. Beşar Mustefa  hatiye çapkirin û weşandin. Hêjayî gotinê ye ku min bi dest vî karî ji sala 1990 ê ve kiriye heta niha.  Ev çapa duyamîn e .
ISBN
9786257085878
Baskı Sayısı
1
Dil
KÜRTÇE
Sayfa Sayısı
90
Cilt Tipi
Karton Kapak
Kağıt Cinsi
Kitap Kağıdı
Boyut
13.5 x 19.5 cm
Yorum Ekle
Close

Yorumunuz

www.kitapavrupa.com'a git.