Kapat

MENÜ

  • Arama
  • Hakkımızda
  • Anasayfa
  • Kampanyalar
  • Kategoriler
  • Sepetim
  • Alışveriş Listem
  • Favoriler
  • Üyelik
Navigation
Geri

Folklor ü Edebiyata Geleri

Necat Keskin 

AVESTA BASIN YAYIN

Liste Fiyatı: 18,60 €
Kitapavrupa Fiyatı: 12,09 €
SATIŞ VAR (Geçici Olarak Temin Edilemiyor)
Alışveriş Listeme Ekle
Favorilerime Ekle
  • Genel Bakış
  • Künye
  • Yorumlar
  
    Xebata Necat Keskin a bi navê “Folklor û Edebiyata Gelêrî” derket.
Folklor wek çanda nenivîsandî ya gelekî an jî herêmekê qadeke zêde
berifereh e. Gelek sehayên folklorê hene ku lêkolînerên qadê hê ji
destpêka avakirina vê disîplînê ve bi dabeşkirina van sehayan re mijûl
dibin û yek ji wan sehayên girîng jî edebiyata gelêrî ye.
Wek disîplîneke zanistî dîroka folklorê digihîje 140 sal berê, lê berî
wê jî xebatên di vî warî de hene. Lêkolîn û lêgerînên derbarê folklor
û edebiyata gelêrî bêhtir di bin bandora pêla romantîzmê de di dawiya sedsala 18an de xuya dibin û dîsa bi bandora vê pêlê  li seranserê cîhanê belav dibin. Bi demê re jî ev xebat, lêkolîn û lêgerîn wek disîplîneke serbixwe ya zanistî bi encam dibin ku nêrînên cuda,
polînkirina sehayên disîplînê jî bi xwe re tînin.
Mînakên xebatên folklora kurdî yên ku bi bandora vê pêlê ve bên
girêdan di serê sedsala 20an de tên dîtin û ew jî bêhtir mînakên
edebiyata gelêrî ne. Dikare bê gotin ku xebatên heta îro hatine kirin
jî bêhtir di vê çarçoveyê de ne. Herçiqasî di salên dawî de hinek
hewldan hebin jî, belkî têkildarî rewşa kurdan ya giştî û ya xebatên
kurdî, ev xebat negihîştine asta disîplîneke serbixwe. An jî di kurdî
de xebatên bi vî rengî gelekî kêm in.
Loma îro pêwîstiya xebatên folklor û edebiyata gelêrî ya kurdî bi
xebatên di çarçoveya akademîk de hene û Folklor û Edebiyata Gelêrî jî
ji vê pêwistiyê derketiye meydanê. Di vê xebatê de bi giştî wek
disîplînekê folklor, tevî dîrok û sehayên wê; edebiyata gelêrî li gel
binbeşên wê û herweha dîroka folklora kurdî; ceribandinên sehayên folklora kurdî û edebiyata gelêrî ya kurdî li gel mînakan dikare bê dîtin.
Hêvî ew e ku ji aliyekî ve bibe alîkar ji bo xwendekar û eleqedarên
folklor û edebiyata gelêrî ya kurdî û ji aliyê din ve jî rê li ber niqaş û xebatên nû veke.
ISBN
6052246337
Baskı Sayısı
1
Dil
KÜRTÇE
Sayfa Sayısı
344
Cilt Tipi
Karton Kapak
Kağıt Cinsi
Kitap Kağıdı
Boyut
13 x 19.5 cm
Yorum Ekle
Close

Yorumunuz

www.kitapavrupa.com'a git.