
NUBİHAR YAYINLARI
Liste Fiyatı: 10,26 €
Kitapavrupa Fiyatı: 6,67 €
SATIŞ YOK (kitapavrupa.com'da SATIŞ DIŞI)
Ji bo ku zarokek bibe mirovekî serkeftî û xwedî wijdan û xwedî exlaqeke paqij, divê bixwîne û bizanibe ku dê çi bixwîne. Ji bo ku bizanibe dê çi bixwîne, divê bibe xwedî estetîkek û bikaribe muhakeme bike û bifikire. Ji bo ku bibe xwedî estetîkek û bikaribe şiyana muhakemeyê bi dest bixe, divê berhemên edebî yên ji her alî ve serkeftî bixwîne. Ji bo ku van berhemên serkeftî bixwîne, divê, rêber û mezinên wî û heke hebe civat,milet, welat û dewleta wî û helbet nivîskarên welatê wî mil bidin hev û ji bo wî her çi lazim be, amade bikin û pêşkeşî wî bikin.
Li gor vê rastiyê, di vê xebatê de ji aliyê çapemenî û medyayê ve ji bo zarokên Kurd çi hatibe kirin, weku bîbliyografiyayek hatiye dayîn. Her wiha yekem kovara zarokan a Kurdî ku bi navê « Girr û Galli Mindallanî Kurd » bi zaravayê Soranî derçûye, hatiye kurmancîzekirin û digel nusxeyên xwe yên orjînal hatiye weşandin.
ISBN
6059413350
Baskı Sayısı
1
Dil
KÜRTÇE
Sayfa Sayısı
183
Cilt Tipi
Karton Kapak
Kağıt Cinsi
Kitap Kağıdı
Boyut
13.5 x 21 cm
Yorum Ekle