
Günay Aslan
AVESTA BASIN YAYIN
Liste Fiyatı: 9,30 €
Kitapavrupa Fiyatı: 6,05 €
SATIŞ VAR (Geçici Olarak Temin Edilemiyor)
Ahmed Arif di şi’ra xwe ya bi navê “33 Gule” de dibêje: “Ez hatime kuştin / Xewnên min, ji şevan tarîtir / Kesek napirse rewşa min / Canê min distînin bêecel / Nikarim di kitêban de bi cih bikim.”
“33 Kurşun / Yas Tutan Tarih” kitêba destpêkê ye ku cih dide 33yan. Günay Aslan kitêb ji nû ve di ber çavan re derbas kir. Davut Özalp wergerande kurdî û di nav weşanên Avesta de derket.
Musa Anter di pêşgotina kitêbê de dibêje: “...bûyera 33 Guleyan, ku min gelek xeter dan pêş çavên xwe û li gor tiştên ku hatin gotin nivîsand, ji bo ciwanên me hê bûyereke germ e. Dîtina fikr û ramanên bi şeref yên ku ji pênûsên ciwan derdikevin, ji bo kesekî wekî min kal û rojhilatî -yanî kurd-, ma mukafateke ji vê mezintir heye?”
Nivîskar Günay Aslan jî armanca xebata xwe wiha dide nîşankirin: “Ev kitêb, çîroka 33 hêvî, 33 evîn, 33 mirovên ku di berbangekê de ji hêla leşkeran ve bi stemkarî hatine kuştin vedibêje...
“Bi vê kitêbê; min hewl da wehşeteke mezin a ku ji hêla tu qaîde, ol, bîr û baweriyê ve nayê qebûlkirin raxînim ber çavan. Bûyera di vê kitêbê de tê vegotin; êş û janeke kûr e, çîrokek dijwar e ku nifş bi nifş tê vegotin...”
ISBN
6055585501
Baskı Sayısı
1
Dil
KÜRTÇE
Sayfa Sayısı
80
Cilt Tipi
Karton Kapak
Kağıt Cinsi
Kitap Kağıdı
Boyut
13.5 x 19.5 cm
Yorum Ekle