
Fawaz Husen
AVESTA BASIN YAYIN
Liste Fiyatı: 6,20 €
Kitapavrupa Fiyatı: 4,03 €
Belê, di wan salên dawîn de, navçeya Amîdabadê vala dibû. Li ser axeke agirî, di bin azmanekî misînî de, me dest bi Koça Mezin kiribû. Di gundên weranbûyî de, bi tenê kûçikên bêxwedîmayî di dirêjahiya şevan de direyan, giliyên xwe bi heyva sar dikirin. Di Amîdabadê de bi tenê çemek hebû û ew jî ji mêj ve miribû û zikê wî bûbû sergoyê giştî. Goristan herroj firehtir û pirtir dibûn. Herroj em bêtir winda dibûn. Me kincên biyaniyan li xwe dikirin, em bi zimanên wan diaxivîn û me ji mhej ve dest pê kiribû me serê xwe bi xerafat û xuyên wan bilind dikir.
Koça Mezin dabû ser rêya nebedîbûnê. Em bi milyonan bûn, me dikarîbû çiyayên bilind bihejandana, me dikarîbû bi mîza xwe lehî rakira, lê, em bê hiş bûn, me xwe li tixûbên nenas, li çareserkirinên erzan girtibû.
ISBN
9789757112945
Baskı Sayısı
1
Dil
KÜRTÇE
Sayfa Sayısı
112
Cilt Tipi
Karton Kapak
Kağıt Cinsi
Kitap Kağıdı
Boyut
13 x 19 cm
Yorum Ekle